Ukrayna: 31 hezar û 250 leşkerên Rus hatin kuştin
Serokatîya Serefkanîya Ukraynayê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusyayê yên ku di tarîxa 24ê Sibatê de hatibû destpêkirin nû kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di navbera tarîxên 24ê Sibatê û 6ê Hezîranê de 31 hezar û 250 leşkerên Rus hatin kuştin.
Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 211 balafir, 176 helîkopter, 1386 tanq, 3 hezar û 400 erebeyên bi zirh, 690 top, 96 heb sîstema parastina hewayê, 13 keleka lez û 551 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)