Li Kuweytê di mezinahîya 5an de erdhej
Wezareta Înformasyona Kuweytê daxuyand ku li welat di mezinahîya 5an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku 5 kîlometre nêzê Ahmedîyê di mezinahîya 5an de erdhejek pêk hat.
Hat destnîşankirin ku erdhej 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat û bi tu kesê jî tiştek nebû. (ÎLKHA)