• DOLAR 32.529
  • EURO 35.414
  • ALTIN 2439.217
  • ...
Li Rihayê erebe ji pirê ket xwarê: Birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqaya 34 EEY 692 yê ku di bin qontrola Mehmet B. (34) de bû li ser Pira Zenkçura ku nêzê gundê Eskîhanê ye ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ket xwarê.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê birîndar bû û ji cihê qezayê re ekîbên cenderme û tenduristî hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin.

Sala borî jî di ‘eynî pirê de qezayek pêk hatibû û di encama wê qezayê de jî 5 kes canê xwe ji dest dabûn.

Şofêrên erebeyan jî ji ber van qezayan daxwaz kirin ku bila ji bona têketin û derketina pirê tedbîrek bê girtin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir