Volkana Etnayê cardin lavan pijiqand
Volkana Etnayê ya li Girava Sîcîlyaya Îtalyayê ye ji nû ve ket fealîyetê.
Etnaya ku di Ewrupayê de volkana ew ê herî mezin û herî aktîf e, bi bilindahîya xwe 3 hezar û 330 metre ye. Germahîya lavan yê ku ji volkanê dipijiqe 800 santîgrat dereceye.
Hat destnîşankirin ku volkan, hefteya borî cardin ketibû fealîyetê. (ÎLKHA)