• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Agirîyê lehî rabû: Zarokek canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li navçeya Bazîda Agirîyê baranek zêde barî û di encama barîna barana zêde de lehî rabû û kuçe û cedde di bin avê de man.

Li gundê Birnêreşê jî di encama lehîyê de zarokek bi avê ve çû û gundîyên ku wî ferq kirin jî wî ji avê derxistin.

Devran Ozturkê 8 salî yê ku ji nav avê hat derxistin ji bona tedawîyê hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Bazîd Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz û hat hînbûn ku dema birina nexweşxaneyê de zarok canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku cenazeya zarokê ku rehmet kirîye ji bona ku otopsî bê kirin hat birin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Agirîyê.

Ekîbên îtfaîye, AFAD û Miditîya Rewşa Acîl û Afeta Bajêr li bajêr xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir