• DOLAR 34.163
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Sîyonîstên îşxalker qîzikeke Filistînê şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku sîyonîstên îşxalker li nêzê kampa Al-Arubaya li bajara El-Xelîlê êrîş li qîzikeke Filistînî kir.

Qîzika ku birîndar bû hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan şehîd bû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin navê qîzikê Gufran Harun Verasne bû ye û bi mehan jî di zindanên rajima îşxalker de ma ye û di meha Nîsanê de jî hatibû berdan.

Hat îfadekirin ku Gufran Harun Verasne, di Zanîngeha El-Xelîlê ji Beşa Medyayê de mezûn bû ye.

Ji teref kehnîyên mehellî ve hat îfadekirin ku sîyonîstên îşxalker dema ku qîzikê birîndar kirin ji 20 deqîqeyê zêdetir nehêştin ku ambûlans were û midexele bike.

Medyaya îşxalkeran jî îddîa kir ku qîzik teşebbûsa çalakîya bi kêk kirîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir