Îşxalkerên siyonist di ser Mescîda Eqsayê de girtin
Xasibên îşxalker bi hinceta ayîna Talmudê ji Derîyê El-Mexarîbê ya li başûrrojavayê Mescîda Eqsayê di ser Harema Şerîf de girtin.
Di dema serdegirtina ku hat kirin de polêsên qaşo yên rejîma îşxalker ew parastin. Hat hînbûn îşxalkerên ku di ser Mescîda Eqsayê de digirin Mislimanan tahrîk dikin da ku alozî û rageşî derkeve.
Miratibên Mescîda Eqsayê yên ku ji serdegirtinan re dibin şahid bi tekbîran bersiva îşxalkeran didin.(ÎLKHA)