Li Yunanîstanê xwendekar derketin derve
Li Selanîka Yunanîstanê xwendekaran ji bona plana ku ew ê di zanîngehan de polês bên bi cihkirin protesto bikin derketin derve.
Xwendekaran li bajara Selanîka Yunanîstanê, ji ber plana ku ew ê di zanîngehan de polês bên bi cihkirin xwepêşandin kirin. Nêzê 5 hezar polês jî li alîyê navenda bajêr meşîyan.
Hat destnîşankirin ku di encama meşandina polêsan de, xwepêşanderan jî ji polêsan re kevir û molotofkokteylan avêtin. Polês jî ji xwepêşanderan re bi bombeya rondikbarineran bersiv da û 8 xwepêşander jî hatin binçavkirin.
Hikumeta Yunanîstanê bû deh salan e ku ev qanûna ku tê daxwazkirin bila polês di zaningehan de bi cih negre rakir û îzîn da ku bila polês bikeve nav zanîngehan. (ÎLKHA)