• DOLAR 34.616
  • EURO 36.236
  • ALTIN 2925
  • ...
PKK li Kurdistana Başur 2 zarokan kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Elî Teterê Walîyê Dihokê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku PKK li navçeya Amêdiyê du zarokan kuşt û zarokek jî birîndar kir.

Elî Teter li daxuyanîya xwe weha berdewam kir, “Îro danê êvarê 26ê Gulana 2022yan di encama êrîşeke PKKê de li herêma Bamernê ya li qezaya Amêdiyê mixabin du zarok şehîd bûn û zarokek jî birîndar bû.”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de qala êrîşên PKKê  yên ku di demên dawî de bênavber berdewam dikin de  wiha axivî “Ev demek dirêj e çêbû ku çekdarên PKKê i nav Herêma Kurdistanê radibin û zirarê didin aramîya wên. Di nav çend rojên derbasbûyî de PKK çendîn êrîşên provakasyonî li Herêma Kurdistanê encam dan, weke êrîşkirina ser wêstgehên medyayê û cihên sîwîl û xalên Pêşmerge û sazî û dezgehên sîwîl û xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê.”

Teter di dawîya daxuyanîya xwe de van êrîşên PKKê şermezar kir û destnîşan kir PKK ne hereketeke e Kurd e û bertek nîşan da, “Em vê tevgera PKKê bi hemû rengî protesto û şermezar dikin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir