Ukrayna: 29 hezar û 600 leşkerên Rus hatin kuştin
Serokatîya Serefkanîya Ukraynayê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusyayê yên ku di tarîxa 24ê Sibatê de hatibû destpêkirin nûvejen kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di tarîxa 24ê Sibatê û 26ê Gulanê de 29 hezar û 600 leşkerên Rus hatin kuştin.
Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 206 balafir, 170 helîkopter, 1315 tanq, 3 hezar û 235 erebeyên bi zirh, 617 top, 201 heb sîstema roketavêtinê, 93 heb sîstema parastina hewayê, 13 keleka lez û 502 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)