Ji Rusyayê ji Youtube re hişyarî
Marîa Zakharovaya Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, ji Youtube re derheqê neastengkirina weşandina civînên çapamenîyê de hişyarî de.
![Ji Rusyayê ji Youtube re hişyarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/HHQIBuFWJaFmDV0SXKZdaFMe1rs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/21/ji-rusyaye-ji-youtube-re-hisyari-2748c016.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Zakharovaya ku ji Youtube re ultîmatom da weha got, “Me ji wan re got, eger ku hûn brîfîngeke me ya çapemenîyê asteng bikin em ê rojnamevanek an jî sazîyeke weşana Emrîqayî dersînor bikin.”
Zakharova di dawîya axavtina xwe de weha got, “Eger dema ku weşaneke me ya dinê jî bê astengkirin, em ê jî daxuyanîya dersînor kirina rojnamevaneke ku tê zanîn an jî sazîyeke weşana Emrîqayî belav bikin.” (ÎLKHA)