• DOLAR 32.579
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2507.537
  • ...
Weqfa Karwana Hêvîyê ew ê îsal li 25 welatan wekaletên qurbanê bi cih bîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê yê ku bi alîkarîya xwe ya salik 12 meh dike gelek ecibaninê qezenç kirîye, piştî meha Remezanê ya ku bi gelek fealîteyan hatibû derbaskirinê de vê carê jî ji bona xebatên ‘Îda Qurbanê dest bi xebatan kir.

“Em ê di 25 welatan de ji mihtacan re bibin hêvî”

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê derheqê fealîyetên xwe de axivî û di axavtina xwe de îfade kir ku ew sala 2022yan bi şîara “Qurbana We Bila Bibe Hêvî” îlan kirin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Wek ku hûn jî zanin ku em ji meha Remezanê derketin û dîsa wa em dighêjin ‘Îda Qurbanê ya ku ji bona Misilmanan ji mewsîmeke kêfê ye. Em jî bi navê Karwana Hêvîyê dest bi xebatên xwe yên qurbanê ya sala 2022yan kir. Em ê îsal di 25 bajaran de bi şîara ‘Qurbana We Bila Bibe Hêvî’ organîzasyonan tertîp bikin. Me hazirîyên xwe kir, ji bona xebatên ku lazim e bên temamkirin me gavan avêt. Bi temsîlkarên me yên li welatên dinê re em ketin îrîbatê, bila qurbanan kom bikin û cihên ku qurban li wê derê bên jêkirin bila ji niha de bên temîrkirin û em wan xebatên xwe hê jî berdewam dikin. Bi îzna Xwedê em ê êtîm, feqîr û mihtacên him li welatên me him jî di welatên dinê de di vê dema ku di îqtîsadê de pirsgirêk tên kişandin qasê ku ji destê me bê goştê sor bikin nav malan wan û em ê wan malbatan di çend rojan de be jî kêfxweş bikin.”

“Ew ê li Asyayê bedela jêkirina qurbanê bi 100, li Efrîqayê jî 75 euroyê bên jêkirin”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku di vê dema ku di îqtîsadê de zehmetî tê kişandin fîyetên qurbana jî tesîrdar kir û derheqê heqê qrubanên ku di welatan de dîyar kirine de axivî û weha got, “Vê salê ji ber qrîza îqtîsadîyê, di fîyetên piyaseyê de jî pirsgirêk hene. Me jî bi tevî xebatên ku em bikin fîyetên xwe jî destnîşan kir. Li gorî vê ew ê fîyetên me li Tirkîyeyê ew ê bi 2 hezar û 250 TLyê dest pê bike. Ew ê li Efrîqayê jî nêzê 20 welatan de organîzasyona me hebe û em ê li wê derê jî xwe bighêjînin xuşk û birayên xwe yên mihtac. Ji ber hereketkirina dowîzê em ê li Efrîqayê îsal bi dowîzê xebatê bikin. Em ê qurbanên xêrxwazên xwe li Efrîqayê bi 75 euroyê jê bikin. Li Asyayê bi taybetî Efxenîstan di nav rewşekî zehmet da ye. Ji bona ku em goştên qurbanê bighêjînin xuşk û birayên xwe yên li wê derê em ê biçin xuşk û birayên me yên ku di kampan de û di bajaran de dijîn. Ew ê organîzasyona me ya qurbanê li Bangladeş, Arakan, Nepal û Yemenê jî bê tertîpkirin. Ji bona Asyayê jî em ê qurbanên xwe bi 100 euroyê jêbikin. Li Yemenê ji ber ku li wê derê jîyan bûhaye em ê li wê derê bi 150 euroyê qurbanan jêbikin. Li Filsitînê jî ji ber ku him heywan bi zorê tên dîtin û him jî heywanên ku bên dîtin jî ew ê di nav tûnelan de bên derbaskirin û hûn jî zanin ku ev tiştekek zehmet e bi 300 euroyê bê jêkirin. Qurbanên ku xêrxwazên me bidin me em ê bi taybetî li Xezzeyê jêbikin û bidin mihtacên li wê derê. “

“Bila qurbanên me ji bo mihtacan û êtîman bibe hêvî”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de ji xêrxwazan re ji bona ku ji mirovên di nav rewşekê zor de ne de bibin alîkar bang kir û weha  got, “Ez ji li vê derê bang ji xêrxwazên me dikim! Bi rastî jî însanan di nav rewşekî zor da ne. Ji bona ku îhtîyacîyên wan biqede, ji bona mihtacan û êtîman dibêjin ku ‘Qurbana Me Bila Bibe Hêvî’. Di vê çarçoveyê de em hêvîya dayîna qurbanên me yên xêrxwazan in. Xwedê Teala ji niha ji wan xêrxwazên ku vekaletên qurbanên xwe didin me razî bibe, daxwazîya me yê ji Xwedê ev e ku bila xêra wan qet be qet zêde bide wan.”

“Vekaleta qurbanê çawa ji Karwana Hêvîyê re tê dayîn?”

Kurtaran di axavtina xwe de bi bîr anî kesên ku ew ê bexşê qurbanê bikin dikarin di sîteya www.umutkervani.org de bikin, dema ku di sîteyê de bexşên xwe bikin jî ew ê ji kîjan welatê re bidin bila wê jî di sîteyê de hilbijirînin û xeyn ji sîteyê dikarin di hîsaba fermî ya weqfê de jî bexşên xwe bikin, kesên ku daxwaz bikin dikarin biçin temsîlkarîyên weqfê û li wê derê jî li hember meqbûzan dikarin bexşên xwe bikin.

“Dema ku vekalet bê dayîn bal li çi bê kirin”

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ew ê herî muhîm dema ku wê kesê ku bexşê xwe bide gerek di cihê daxuyanîyê de numareya têlefonên xwe, agahîyên ku ew ê qurban li ser navê kê bê jêkirin jî bê nivîsandin, qurbanên ku bi agahîyên ku hatine dayîn bên jêkirin ew ê bi vîdeoyê jî jin wan kesan re bi taybetî bê şîyandin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir