• DOLAR 32.667
  • EURO 35.422
  • ALTIN 2474.113
  • ...
Li Senegalê di nexweşxaneyê de şewat: 11 pitik canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewat li bajara Tîvaouana Senegalê pêk hat.

Macky Sallê Serokê Dewlet yê Senegalê, di medyaya civakî yê xwe de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku li Nexwaşxaneya Mame Abdou Aziz Sy Dabakhê di herêma neonatolojîyê de şewat derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku di encama şewatê de 11 pitikên ku nû hatibûn dinyayê canê xwe ji dest dan. Ew di nav êş û şaşwazîyeke mezin da ne û ji malbatên pitikan re jî tezîyeyê xwe şîyand.

Rayedarên bajêr jî îfade kirin ku şewat ji ber ceryanê pêk hat û di şewatê de 3 pitik jî xelas bûn.

Meseleyek jî di meha Nîsanê de li bajaroka Lînguereyê di nexweşxaneyek de pêk hatibû û 4 pitikên ku nû hatibûn dinyayê canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir