Li Meksîkayê otobûs li kendalê qelibî: 6 mirî
Li wîlayeta San Luîs Potosîya Meksîkayê otobûsek ku koçber tê de bûn li kendalê gêr bû, di encama qezayê de 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
![Li Meksîkayê otobûs li kendalê qelibî: 6 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/gy5UN3QHDp03n9dpyUDd2HVcJCg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/21/li-meksikaye-otobus-li-kendale-qelibi-6-miri-9904780f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî medyaya Meksîkayê otobûsa ku tê texmînkirin ew ê biçûya sînora Emrîqayê, sebeba wê ku hê nayê zanîn ji rê derket û li kendalê gêr bû.
Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Di meha Kanûna Pêşîn a sala 2021an de li nêzê bajara Tuxtla Gutîerreza wîlayeta Chîapasê otobûsek ku koçber tê de bûn qeza kiribû û di encama wê qezayê de jî 55 kes miribûn, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)