• DOLAR 32.574
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2457.695
  • ...
Li Îranê hêjmarên mirîyên di avahîya ku hilweşîya de derket 14 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îhsan Abbasîpurê Walîyê bajara Abadana yê ku girêdayê Xuzîstanêye, derheqê avahîya ku hilweşîya de agahîyên nû belav kir.

Abbasîpur daxuyand, ku kesên canê xwe ji dest dane bû 14, kesên ku birîndar bûne jî bûn 37 kes.

Abbasîpur, di berdewama axavtina xwe de ragîhand ku hinek avahîyên derdorê jî ji ber talûkeya xirabûnê hatin valakirin û di nav tinêlên ku derdorê avahîyê hatine kolandin de ji bona ku bê gihaştin qata bodrûmê xebat tên kirin.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike.

Sadik Caferî Çegenîyê Serdozgerê Xuzistanê jî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hêjmarê kesên ku hatin binçavkirin jî derket 10 kesan.

Piştî meseleyê xwedîyê avahîyê û mitehîd hatibûn binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir