Êrîşa ku di dibistana pêşî ya li Emrîqayê hat kirin de hêjmarên mirîyan zêde dibe
Li wîlayeta Teksasa Emrîqayê êrîş li dibistanek hat kirin û di encama êrîşê de hêjmarên mirîyan derket 21 kesan.
Çapemenîya Emrîqayê daxuyand ku, di encama êrîşa dibistana pêşî ya ku li bajaroka Uvaldeya ku 16 hezar nifûsa wê heye û li rojavaya San Antonîoyê ye de 19 jê zarok tev de 21 kes canê xwe ji dest dan.
Walîyê Texasê dîyar kir, kesê ku êrîşê kir 18 salî ye û bi mirîtî hat bidestxistin.
Derheqê nasnavên 10 xwendekarên ku di dibistanê de de hatin kuştin de tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)