Li Stenbolê 1 ton û 117 kîlo tiryak hat bidestxistin
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîye daxuyand, ew li Stenbolê di careke de 1 ton û 117 kîlo tiryak bidestxistin.
Soylu, di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyand ku ew çeteya Îranî qefaltin.
Di daxuyanîya Soylu de weha hat gotin: “Di encama operasyona mezin ya li tiryakê de: 1 ton û 117 kîlo metamfetamîn û şilavî hat bidestxistin. Serokê çeteyê yê Îranî, R.K. û çeteyê wî jî hat qefaltin.” (ÎLKHA)