• DOLAR 32.582
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2460.76
  • ...
Îşxalkeran li Şerîaya Rojava 3 Filistînî birîndar kir, mizgeftek xira kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkeran di seatên serê sibê de êrîş li Cenînê kir.

Filistînîyan jî, li hember êrîşên wan îşxalkeran bersiv da û pevçûn pêk hat. Di pevçûnê de 3 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku Filsitînîyan jî di encama çalakîyên xwe de zirarê dan erebeyên îşxalkeran.

Xeyn ji van  êrîşan, wan îşxalkeran li gundê Al-Ramadîna Kalkîlyayê jî Mizgefta Al-Samudê ji ber ku bêdestûre xira kirin.

Îşxalkeran mizgeftek xira kir

Hatem El Bakrîyê Wezîrê Karên Dîn û Weqfên Filistînê, derheqê meseleyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de ji xirakirina mizgeftê re bertek nîşan da.

El Bakrî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, vê xirakirina mizgeftê hovîtîya wan îşxalkeran a li ser pîrozên Filistînê bi aşkerahî nîşan dide û ev êrîş jî êrîşeke yê ji Misilmanan û hîssên wan re ye.

El Bakrî, di dawîya axavtina xwe de bang li sazîyên navneteweyî û Îslamî kir ku bila ji bona ku ev êrîşên îşxalkeran dawî bibe bertekan nîşan bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir