Li Kanadayê firtûne: 8 mirî
Li wîlayeta Ontarîoya Kanadayê ji ber firtûneyê 8 kes mirin.
Li gorî çapemenîya welat li wîlayeta Ontarîoyê ji ber firtûneya ku di seatê de 120 km lez diçe dar û têlên ceryanê qutbûn û bi dehhezaran kes jî ji ber qutkirina dar û têlên ceryanê bê ceryan man.
Di encama firtûneyê de piranîyên wan di binê darên ku hatin qurkirin de mane 8 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hydro Oneyê ku şîrketeke ceryanê ye û li Kanadayê xizmetê dide got ku ji ber firtûneyê 350 hezaran zêdetir mirov bê ceryan man û temîrkirina aboneyên ceryanê jî ew ê çend roj bigre. (ÎLKHA)