• DOLAR 32.586
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2487.548
  • ...
Bavê ku ji şerê Ukraynayê revîya 2 zarokên xwe kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku mesele li Ceddeya Guzelyaliya Taxa Sarayê di otêlekî de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, O.N. (38) yê ku di otêlê de dima pîreka xwe ya ku bi wî re nîqaş  dikir kêr kir û dû re jî qîza xwe ya 6 salî û kurê xwe yê 4 salî kuşt.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê meseleyê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Pireka birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê û cesedê 2 zarokan jî hatin rakirin mergê.

O.N. ji teref polêsan ve hat binçavkirin û derheqê meseleyê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir