• DOLAR 32.328
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2282.344
  • ...
Li Emrîqayê êrîşî bi çek: 2 mirî 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîş di seatên êvarê de li nêzê Caddeya Eyalet û bûlwara Chicagoyê pêk hat.

Li gorî ahagîyên ku ji çapemenîya Emrîqa hatine bidestxistin li nêzê restoraneke de pevçûn pêk hat û kesek bi çekê xwe êrîş li derdorê kir.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn, hat destnîşankirin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan.

Polês, di encama xebatên xwe de şikdarek binçav kir û çekek jî bidestxistin.

Hat ragihandin ku sebeba êrîşê hê nayê zanîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir