• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Kolombiyayê Marquez îro diçe Tirkiyeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariyê, Serokomarê Kolombiyayê Ivan Duque Marquez dê li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di navbera 20-22ê Gulanê de serdana Tirkiyeyê bike.

Di hevdîtinên ku dê di serdanê de bên kirin de dê têkiliyên Tirkiye û Kolombiyayê di her warî de bên nirxandin û gavên ku ji bo pêşxistina hevkariyê bên avêtin dê bên nirxandin.

Di çarçoveya serdanê de dê îmzekirina peymanan jî were rojevê.

Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinan de li ser mijarên heyî yên herêmî û navneteweyî û têkiliyên dualî nêrînên xwe bi hev re bên parvekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir