Ukrayna: 28 hezar û 500 leşkerên Rus hatin kuştin
Serokatîya Serefkanîya Ukraynayê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusyayê yên ku di tarîxa 24ê Sibatê de hatibû destpêkirin nûvejen kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di tarîxa 24ê Sibatê û 19ê Gulanê de 28 hezar û 500 leşkerên Rus hatin kuştin.
Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 203 balafir, 167 helîkopter, 1254 tanq, 3 hezar û 63 erebeyên bi zirh, 595 top, 199 heb sîstema roketavêtinê, 93 heb sîstema parastina hewayê, 13 keleka lez, 76 tankêra mazotê 455 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)