• DOLAR 35.388
  • EURO 36.54
  • ALTIN 3019.09
  • ...
Ji Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji 200 malbatan re alîkarîya cil û sol
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmet Okmenê dildarê Karwana Hêvîyê yê Êlihê derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ew vê alîkarîyê bi alîkarîya xêrxwazan tertîp kirine.

Okmen di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku fealîyetên wan yê alîkarîya ji mihtac û êtîman re her meh heye û weha li axavtina xwe zêde kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlihê fealîyetên cuda dikin. Mehekî berê di meha Remezanê de me ji 3 hezar malbatan re alîkarîya kolîya xwarinê kir. Di qurbanan de jî goştê sor belav dikin. Îda Qurbanê ya borî de me 700 qurban jêkiribû û belavê 3 hezar malbatên xwe kiribû. Me di serê meha Remezanê de jî ji zêdetirî 500 zarokên êtîm û mihtacan re alîkarîya cilan kiribû.”

Okmen di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em îro jî bi zikat û alîkarîyên xêrxwazin me yên ku dane me, dighêjînin malbatên xwe yên êtîm û mihtac. Em ê ji 200 malbatên xwe re alîkarîyan cil û solan bikin. Xwedê Teala ji wan kesên ku alîkarîyê dane me razî bibe. Dema ku ew xêrên xwe berdewam bikin em ê jî alîkarîyên xwe ji êtîm û mihtacan re berdewam bikin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir