Li Japonyayê di mezinahîya 5,6an de erdhej
Hat destnîşankirin ku li Japonyayê di mezinahîya 5,6an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojîya Ewrupa-Behra Spî, li nêzê girava Honshuya Japonyayê di mezinahîya 5,6an de erdhej pêk hat.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê 282 kîlometre nêzê bajara Kîsarazuya wîlayeta Chîbayê hatîye qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama erdheja ku 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat de bi tu kesê tiştek nebû û derheqê tsunamîyê de jî tu hişyarîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)