Meteorolojîyê ji bo bajarên Kurdistana Tirkîyeyê hişyarîya tozê kir
Ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hişyarîya tozê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hat kirin.
Li gorî nirxandinên dawî yên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hatin belavkirin ew ê toz û ku dê ji ser Sûrîyê ve bê bajarên bi navê Îdir, Mûş, Agirî, Wan, Colemêrg, Semsûr, Entabê û Kilîsê tesîra xwe zêde bike.
Ji ber îhtîmala tozê welatî hatin hişyarkirin û hat daxwazkirin ku bi tedbîr hereket bikin.(ÎLKHA)