Rêjeya bêkarîyê hat daxuyandin
Rêjeya bêkarîyê ya çarîyeka ewil a îsal ji sedî 0.1 puan zêde bû û bêkarî derket ji sedî 11.4an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya çarîyeka ewil a îsal hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di çarîyeka ewil a îsal de rêjeya bêkarîyê 0.1 puan zêde bû û bêkarî derket ji sedî 11.4an.
Rêjeya îstîhdamê zêde bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di çarîyeka ewil a îsal de li gor çarîyeka borî 188 hezar kes zêde bû û derket 29 milyon û 964 hezar kesan.(ÎLKHA)