Li Iraqê bahozê tozê: Ji perwerdehîyê re navber hat dayîn
Ji ber bager û bahoza tozê ya ku li Iraqê hakim e mekteb bo rojekê hatin tatîlkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin paytext Bexdayê jî di nav de li gelek bajarên Iraqê bager û bahoza tozê tesîrdar bû.
Ji ber bager û bahozê li ser wesayîtan tije toz bû û toz kete hundirê malên xwe.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Perwerdehîyê ya Iraqê ve hat belavkirin mekteb bo rojekê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)