Li Konyayê nêzî 600 kesan ji ber verişîn û ‘emlîbûnê hatin rakirin nexweşxaneyê
Hat ragihandin li navçeya Ereglîya Konyayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nêzî 600 kesan ji ber verişîn û ‘emlîbûnê hatin rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê mijarê de ji teref Qeymeqamê Ereglîyê Edîb Çakici ce daxuyanîyek hat belavkirin.
Qeymeqam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, herî kêm 576 kes ku ji ber verişîn û ‘emlîbûnê hatin rakirin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)