Li Pakistanê ji ber germa zêde 3 kes mirin
Li hin herêmên Pakistanê ku termometre 51 pile nîşan dan, ji ber germahiya zêde herî kêm 3 kes mirin.
Li gorî rayedarên meteorolojiyê, li başûr Sindh û li bakurê rojhilatê Pencab herêmên herî zêde ji germa zêde bandor bûne. Tê destnîşankirin ku pêla germê herî kêm hefteyeke din jî berdewam bike.
Hat diyarkirin ku li herêma Kaccho ya eyaleta Sindh ji ber germa zêde herî kêm 3 zarok mirin, li Larkana jî germahî wek 50 pile hat qeydkirin.
Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan cotkaran ku hewaya germ û ziwa bandorê li rezervên av, zevî, sebze û baxçeyan dike. (ÎLKHA)