Li Gurcistanê erdhejeke di mezinahîya 4,4an de pêk hat
Erdheja ku mezinahîya wê 4,4an bû li Gurcistana cîranê sînorê Tirkiyeyê pêk hat, erdhej li Tirkiyeyê jî hat hîskirin.
Li gor daneyên Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Rêveberiya Rewşa Afat û Lezgîniyê saet di 20:14an da li Nînotsminda ku navenda wê li herêma Samtşe-Cawahetî ya Gurcistanê ye, erdhejeke bi lerza 4,4an pêk hat.
Erdhej 11,5 kîlometre di bin erdê de hat tomarkirin.Erdhej li Qers û Erdexanê jî hat hîskirin. (ÎLKHA)