Serokomarê Cezayîrê Tebbun dê sibê biçe Tirkiyeyê
Serokomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 16-17ê Gulanê de wê bi serdaneke fermî biçe Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Cezayîrê ya li Enqereyê de hat ragihandin ku Serokomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 16-17ê Gulanê de wê bi awayekî fermî serdana Tirkiyeyê bike.
Li gorî daxuyaniyê, Tebbun dê bi hevkarê xwe Erdogan re li ser rê û rêbazên ji bo zêdetir xurtkirina hevkariyên dualî û li ser mijarên navneteweyî yên berjewendiya hevpar, hevdîtinên berfireh bike.(ÎLKHA)