Li Stenbolê li dijî DAÎŞê operasyon: 16 binçavî
Li çend edresên cuda yên li 9 navçeyên Stenbolê li dijî DAÎŞê operasyona hevdemî hat lidarxistin, di encama operasyonê de 16 kesin şikdar hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin şikdarên ku hatine qefaltin bi navê rêxistinê li Sûrî û Iraqê fealîyetan kirine, di hîsabên medyayên civakî de propagandayê rêxistinê kirine ji rêxistinê re alîkarîya meddî û menewî jî kirine.
Şikdarên ku hatin binçavkirin piştî muameleyên tenduristîyê ji bona ku bên pirsayarkirin ji midirtîya ewlehîyê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)