Êrîş li Serokkonsulîya Parîs ya Tirkîye hat kirin
Li Fransayê, ji teref endamên PKKê ve êrîş li Serokkonsulîya Parîs ya Tirkîye hat kirin.
Hat destnîşankirin ku êrîş şeva 12 Gulanê di seat 02.03an de bi agirbazîyan hat kirin, di encama êrîşê de pace û dîwarên serokkonsulîya zirar dît.
Sazîyên alîyê PKKê xwedî li êrîşê derketin û meqamên Fransayê jî derheqê êrîşê de tehqîqat dan destpêkirin. (ÎLKHA)