• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di şewata daristanê ya li Rusyayê de 16 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alexander Chuprîyanê Wekîlê Wezîrê Rewşên Acîl yê Rusyayê di dema hevdîtina ku bi Vladîmîr Putînê Serokê Dewletê re kir de derheqê şewatên ku li Sîbîrya û Urallarê heye de agahîyan da.

Chuprîyan, di agahîya xwe de destnîşan kir ku di encama şewatan de 16 kes mirin û 18 kes jî birînar bûn.

Hat îfadekirin ku di encama şewatan de bi tevî 730 xanîyan 1.298 avahî şewitîn û di serê salê heta niha de jî 4 hezar car şewata daristanê pêk hat.

Kremlîn, daxuyand ku ew ji bona ku di tevahîyê Rusyayê de derketina şewatan kêm bikin qerarnameyek amade dikin.

Li gorî rayedaran li Rusyayê heta 10ê Gûlanê di nav 12 hezar û 713 hektar de 101 şewatên daristanê pêk hatin. Şewatên herî zêde jî li herêma Krasnoyarsk, herêma Amur û herêma Habarovskê pêk hatin.

Sebeba şewatên daristanê jî weha tê nîşandan; şewitandina gîhayên ziwa, şewitandina çopan, çirîskên ku naynê tefandin, têlên ku ji ceryanê diqetin, qotikên cixareyê û kifrît. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir