• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
HUDA PAR: Bila ev agirtebesta ku hatîye îlankirin bê domandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê îxlalkirina agirbesta ku li Yemenê tê kirin û êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst ya ku li Mescîdî Eqsayê dike de nirxandinan hat kirin.

Îxlalkirina agirbestê ya ku li Yemenê tê kirin

HUDA PAR di daxuyanîya xwe de derheqê agirbestê de jî nirxandinan kir û destnîşan kir ku ev agirbesta ku hatîye îlankirin hêvîyên me mezin zêde dike lê ev agirbest dem bi dem tê îhlalkirin û daxuyanî weha berdewam kir, “Li welatê yê ku di demeke dirêj bi herbê hatîye xirabkirin û zêtirî nifusa wî jî ji ber  nexweşîn û tinebûnîyê mihtacê alîkarîya însanîyê bûye de lazim e ku aramî bê tertîpkirin. Alîgirên ku ji bona îqtîdarê ketine nav pêşbirkê gerek hizûra xelqê bidin pêşevanîyê, di vê çarçoveyê de jî gerek agirbesta bêdem bê tertîpkirin û ji bona ku ev îhlalên tên kirin jî bê dawîkirin îradeyeke bi qewet bê nîşandan. Hêzên ku li ser van alîgiran tesîrdarin jî gerek bi welatên garantîker cîhê xwe bigrin û ji bona ku di welatê de îstîqrarî bê tertîpkirin jî dest bi hereketê bikin. Gerek gihanîya sîwîlan ku ji bona bighêjin alîkarîya însanî jî îmkan bi lez û bez bê tertîpkirin û ji teqwîma sîyasîyê ya ku ji bona agirbestê bê kirin jî ji bona ku ev tişt jî bi lez û bez bê kirin cehdek bê kirin.”

Hovîtîya sîyonîstan zêde dibe

Di berdewama daxuyanîyê de derheqê êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst yê ku di tarîxa 5ê Gûlanê roja Pencşemê de di dema pîrozkirina ‘Roja Serxwebûnîyê’ de li Mescîdî Eqsayê kir de jî hat bibîr anîtin û dawîya daxuyanîyê weha berdewam kir, “Sîyonîstên ku daxwaz dikirin ku bikevin Mescîdî Qîbleyê ya ku di nav kulliyeta Mescîdî Eqsayê de mescîda ew ê herî mezin e, bi bombeyên xaz, bombeyên deng û bi guleyan êrîş li birayên meyên Filistînî yên ku di nav Mescîdê de îbadetê dikirin kir. Di encama van êrîşan de bi dehan Filistînî birîndar bûn, bi dehan jî destên wan hatin girêdan û hatin desteserkirin. Armanca van êrîşan ev e ku; îradeya Misilmanên ku Eqsayê diparêzin bişkênin û dixwazin ku wan cihûyîyên dijwar bikin nav Mescîdî Eqsayê û di nav Mescîdê de jî bi rehetî îbadetên xwe bikin û dawî jî îşxalkirina Mescîdî Eqsayê ye. Ev êrîşa ku li Eqsayê tê kirin nayê qebûlkirin. Eqsa, cîhê pîrozê yê hemû Misilmanan e û parastina wê jî wezîfe û mesulîyeta hemû Misilmanan e. Ji ber ku ummeta Îslamê li hember van êrîşan dengê xwe dernaxe, rejima îşxalker a sîyonîst jî roj bi roj hovbûna xwe û êrîşên xwe zêde dike. Geker di vê meseleyê de rayedarên welatên Îslamî û ummet bertek nîşan bidin û Mescîdî Eqsayê jî tenê nehêlin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir