Di meha nîsanê de 139 kes ji ber qezayên ku pêk hatin canê xwe ji dest dan
Di meha nîsanê de li tevahîya welêt tevde 36 hezar qeza pêk hatin ku di encama van qezayan de 139 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di meha nîsanê de 35 hezar û 741 qeza pêk hatin ku di van qezayan de 139 kes canê xwe ji dest dan û 20 hezar û 128 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)