Li Rihayê qezaya bi zincîrî: 9 birîndar
Hat destnîşankirin ku li navçeya Halfetîya Rihayê qezaya bi zincirî pêk hat, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Taxa Durakê ya kîlometreya duyemîn du erebe li hev qelibîn, dûre motobisikletek jî li wan erbeyan qelibî.
Di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin û rewşa tenduristîyê ya birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)