Li Îspanyayê teqîn: 17 birîndar
Di encama teqîna ku li Madrîsa paytexta Îspanyayê pêk hat de 17 kes birîndar bûn.
Serokê Şaredarîya Madrîdê Jose Luis Martinez Almeida derbarê mijarê de destnîşan kir, teqîn di avahîyeke 4 qetî ya ku lê xebatên nûkirinê dihat kirin de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pêk hat.
Almeida di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di encama teqîna ku pêk hat de 17 kes birîndar bûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Li cihê teqînê xebet berdewam dikin.(ÎLKHA)