• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Raybûsa di navebera Dîyarbekir-Êlîhê ket xizmetê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin raybûsa ku di navbera Dîyarbekir-Êlîhê de xizmetê bike bi 4 wagonan û bi 240 qoltixan rojê 2 caran ew ê ji xelqê re xizmetê bike.

Hat îfadekirin raybûsa ku dikare 262 rêwîyan bihewîne ji bona kesên astengdar jî ew ê rehetîyê bide.

Hat dîyarkirin ku ew ê tirên ji Êlîhê di seatên 05.30 û 15.00an de, ji Dîyarbekir jî di seatên 09. 00 û 17.30an de bi rê bikeve.

ARÎF EMRE

“Gerek herêma me jî li gorî herêmên rojavayê hevtayî bibe”

Arîf Emreyê welatî derheqê tirênê de axivî û weha got, “Em ji Dîyarbekir bi tirêna raybûsê hatin. rêwîtî xweş bû, pir zehmet jî nebû. Ez bi tevî pîrek û zarokên xwe hatim. Rêwîtîya bi tirênê him xweş bû û him jî erzan bû, me eciband. Tirên wek dest û nigê welatîyan e. Em daxwaz dikin ku bila herêma me jî li gorî herêmên rojavayê hevtayî bibe. Ji Dîyarbekir heta Êlîhê rêwîtîya me nêzê 2 seatan girt.”

“Em ji hemû kesên ku vê xizmetê bi kar anîne re sipasiyên xwe dikin”

Fatoş Buluta ku ji fealîyeta tirênê kêfxweş bûye jî axivî û weha got, “Em ji hemû kesên ku vê xizmetê dane ji me re sipasî dikin. Em ji Dîyarbekir di seat 09.00an de ketin rê û niha jî gîştin Êlîhê. Lê ji me re gotin ku em ê lezbûna wê zêde bikin. Fîyeta bilêtê ya ku ji bona hatina Êlîhê 17 TL bû lê ji xwendekaran re jî erzan didin.”

AYTEN UÇAR

“Tirêna nû him gelek xweş û him jî rehet bû”

Ayten Uçara ku bi tirênê rêwîtîyê kir jî derheqê xizmetê de fikr û ramanên xwe weha got, “Bila Xwedê ji wan kesên ku vê tirêna nû anîtinê Êlîhê razî bibe. Ez û zarokên xwe bi hev re hatin. Dema ku me rêwîtîyê kir me li fîyetê nenihêrt. Ji ber ku rehet bû em ji ber wê bi tirênê hatin. Em ji rêwîtîya bi tirênê re memnûn man.”

Ji bernameyê re Hulusî Şahînê Walîyê Êlîhê, Zîver Ozdemîrê Mebûsê Êlîhê, Muzaffer Koçê Midirê Herêmê yê TCDDyê, midirên sazîyên gel û welatî beşdar bûn. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir