Seferên Medîne-Stenbol dest pê dike
Saudîaya Rêyên Hewayê ya Erebîstana Siûdîyê ku di meha Adarê ya sala 2020an de ji ber tedbîrên Coronavîrûsê seferên xwe yên Stenbolê dabû sekinandin ew ê ji nû ve dest pê dike.
Seferê ya ‘ewil ew ê ji Rîyad û ji Cîddeyê bê Balafirgeha Stenbolê.
Hat destnîşankirin ku seferên ji Medîneyê Stenbolê jî ew ê di tarîxa 11 Gûlanê de dest pê bikin.
Hat dîyarkirin ku ew ê seferên Cîdde û Medîneyê her roj bi beramber; seferên Rîyadê jî roja sêşem, pêncşem û şemîyê bê tertîpkirin. (ÎLKHA)