• DOLAR 34.218
  • EURO 37.897
  • ALTIN 2917.486
  • ...
Aliman bal kişandin li ser fezîleta rojiya Şewalê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojiya Şewalê ya 6 rojan ku jê re şeşik jî tê gotin, ji aliyê misilmanan ve piştî Cejna Remezanê tê girtin.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Sahap Korkutata di daxuyaniya xwe ya ku ji ÎLKHAyê reda de qala fezîletên rojiya Şewalê kir.

Korkutata di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, fezîlet û xêra îbadetan jî bi qasî zehmetîya wan zêde ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêxemberê me Hz. Muhammed derheqê rojîya şewalê de dibêje ‘Her kî rojîya Remezanê ji dil û can bigire û dû re jî rojîya şeşikan a şewalê bigire weke ku wî temamê salê rojî girtibe tê hesibandin.’ Divê bi çavekî biçûk li vê rojîyê neyê mêzekirin. Lewra Xweda di Qur’ana Kerîm de destnîşan dike, her kî qencîyekê bike jê re deh qet xêr tê dayîn. Divê em qedr û qiymeta wext zanibin. Her wisa divê em xwe ji gunahan muhafeze bikin û zêde zêde îbadetê bikin. Bi vî awayî ew ê Xweda him li dinyayê û him jî li axretê saadetê bide me.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir