• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu Îda  Remezanê li Êlihê derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu piştî ku îda xelkê pîroz kir çû serdana qebra Tahsîn Kanatê Endamê Lijneya Îdareya  Odeya Esnaf û Sanatkaran ê Êlihê. Di serdanê de Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Enwer Kiliçarslan li ber serê qebra rehmetî Yasîn xwend.

Yapicioglûyê ji ber ku ew gihandin îdeke din a Remezanê hemd ji Xweda re kir û wiha got: “Piştî meha Remezanê cejneke din jî heye ku ev jî diyariya Xwedê ya ji bo Mislimanan e û yek ji dirûşmên Îslamê ye.Hemû Misilmanên cîhanê di bin mexdûriyetê de ne. Li her derê cîhanê dijminên Îslamê, dijminên Mislimanan û dijminên Xweda êrîşî şîarên me dikin. Qur'an li Ewropayê tê şewitandin. Li Qudsê mahremîyeta Mescîda Eqsayê tê binpêkirin. Pîroziya Mescîda Eqsayê di bin lingan de tê pelixandin. Li her derê cîhanê li dijî birayên me êrîş hene.Lê belê em ê tevî van hemû êşan jî cejna ku yek ji şîarên Îslamê ye, bidomînin. Em tu carî vê qenciya Rebbê xwe red nekin. Û em ê vê şîarê bidomînin."

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ji Xwedê daxwaz kir ku ev îd bibe wesîleya xêr û bereketê û ji bo temamê Mislimana bibe wesîleya xêrê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir