• DOLAR 32.577
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2453.758
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Bîngolê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komele di bergeha dirûşmeya “Remezana Meha Hêvîyê” de li Bîngolê ji bi hezarana kesên feqîr ûm jar re alîkarî kir.

Mehmet Tamaçê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Bîngolê derbarê xebatê alîkarîyê yên ku di îda Remezanê de li Bîngolê hatin kirin de daxuyanî da.

Tamaç di daxuyanîya xwe ya da de destnîşan kir, ew wek komeleya Karwana Hêvîyê ya Bîngolê di meha Remezanê de ji hezar û 329 malbatan re di nirxa 332 hezar û 250 TLyî de alîkarîyên cûrbecûr kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me bi xebata xwe hewl da bibin hevparê kêf û coşa kesên bêçare û feqîr. Her wisa me hewl de em xwe bigihînin wan kesên êtîm û muxtac. Xweda nesîb bike em ê bi wasitaya xêrxwazên xwe van xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin û di 12 mehên salê de xebatan bikin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir