• DOLAR 32.886
  • EURO 35.28
  • ALTIN 2455.4
  • ...
Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama ‘Îda Remezanê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê metna peyama  ‘îdê ya Rêberê Cemaata Hîzbullah:

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

Ew ên ku bawerî anîne û karên qenc kirine, (erê) emê wan di koşkên bihiştê yên ku di bin wan de çem diherikin de bi cih bikin û ew ê ew ebedîyen di wan de bimînin. (Baş e) Çi qas qenc e xelata wanê ku karên qenc dikin! Ew in ên ku sebir dikin û xwe dispêrin Xwedayê xwe. (Ankebut 58–59)

Hemd ji Rebbê me re ye ku em piştî Remezanê em gihandin ‘îda ku dema îbadet, hizirkirin, hesabkirin, tobekirin, îstîxfar, paqijî û biratî û efû û mexfîretê ye. Rehmet û selam li ser rêberê me qasidê Xweda Mihemed Mistefa be, ku ew em hînî van tiştan kir û bi jiyana xwe nîşanî me da ku em ê çawa îbadetê bikin, bibin xwedîyê exlaqê baş û nimûneya edalet û emanetê . Her wisa selat û selam li malbata wî, sehabeyên wî  û li ser wan kesên ku heta roja qiyametê li pey wî diçin be.

Hêvî dikim ev îda mibarek ji bo temamê ummeta Muhammed bibe wesîleya xêrê. Di serî de ez îda dê û bav, xanim û zarokên şehîdên me yên ku ji bo Xwedê canê xwe feda kirine, birayên xwe yên mehkûm ên di zindanan de û malbatên wan û îda wan birayên xwe yên mahkûm û malbatên wan ên  ku welatê xwe li dû xwe hiştine û bi giştî jî  îda xwişk û birayên xwe yên ku ji bo doza me bi şev û roj di qada xizmetê de dixebitin pîroz dikin. Ji bo wan sebir, silametî, xêr û serketinê ji Rebbê xwe dixwazim.

We di meha Remezana mibarek de bi îzn û hidayeta  Xweda nimêja xwe kir, piraniya we êvaran bi nimêja terawîh û şevên xwe bi tehecûdê derbas kir. We bi ferdî Qur'anê xwend  û li ser wê teferkkur kir û bi muqabeleyên komî cîhên xwe kirin baxçeyên gulan ên  mîna bihuştê. Hûn bi xizmên xwe re di fitarê de hatin cem hev û di çarçoveya derfetên xwe de alîkariya kesên hewcedar kirin. Hêvîdarim duayên we, towbe û îstîxfarên we û duayên we bibin wesîle em ji zeîftîyê dûr bikevin bibin xwedîyê qewetê. Her wisa em hêvî dikin ku ev tiştên ku we kir li ser tiştên sala were tesîr bikin.

Tişta ku em ji xwîşk û birayên xwe dixwazin ew e ku vê şiûra evdîtîyê ya ku em di vê mehê de baştir bûn xwedîyê wê, li mehên pêş de jî bidomînin û bi dewlemendkirina destkeftiyên xwe yên manewî û pratîkî bigihin Remezana din.

Divê dîsa em bibin ehlê mizgeftan, li mizgeftan nimêjên xwe yên ferz  bi cemaet bikin. Îbadetên me yên nafîle û nexasim yên teheccud berdewam bikin. Dîsa divê em serdana xwe ya nas û cîranên xwe bidomînin, heta qeweta me hebe em gazî wan bikin û îcabetî dawetên wan bikin. Înfaqên xwe qût nekin. Dîsa divê em rojîyên xwe yên roja şemî û pêncşemê û her wisa yên sinnet bigirin. Xulase divê em wan exlaqên xwe yên wisa û yên mîna wan sist nekin û bidomînin û di vê demajoyê de sebrê ji Xwedê bixwazin.

Ez cardin îda we ya ku ji bo me hedîyeya Rebbê me ye pîroz dikim û hêvî dikim ku ji alema Îslamê re bibe wesîleya xêr û bereketê. Di diayên xwe de me jî mehrûm nekin.

Birayê we Edîb Gumuş.

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir