Îxwan weşana xwe yê li Tirkîye Mekameleen TV da sekinandin
“Mekameleen” TVyê ku qenala Îxwanê ye û li Tirkîyeyê weşan dike, qirar girt ku weşana li Tirkîyeyê dan seknandin û daxuyand ku ew ê stûdyoyên xwe bibin welatek dinê û li wê derê weşanên xwe berdewam bikin.
![Îxwan weşana xwe yê li Tirkîye Mekameleen TV da sekinandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/0N8FKRniMtPPmlqMrhrWppB359A=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/17/ixwan-wesana-xwe-ye-li-tirkiye-mekameleen-tv-da-sekinandin-00d13e25.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî adaxuyanîya ku ji teref Mekameleen TV ve hat belavkirin, qenal 8 sal berê yê ku dest bi jîyana weşanê kirîye heta niha ji bona rastîyê bûye deng û ji bona mirovên bi qîmet jî ji bona ku bibin platform xebatê kirine.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji bona meseleyên herî muhîm yên ku di meseleyên Misir û welatên Ereb yên dinê de bi çarçoveya mezin nîşanê we bidin, bi hişmendî belavkirina edalet û azadîyê, ji bona ku bibin dengê mezlum û girtîyan em bi we re bûn.”
“Em bi îzna Xwedê û bi mîsyon û xebatên xwe yên ku ji bona Misirê vegerandinek çêbibe wan alîkarîyên we, em heta niha nesekinîyan û ji vê seatê şûnda jî nesekinin.”
Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji bireveberîya Tirkîyeyê re û ji xelqê wê re ji bona ku di vê demê de comerdî û mêvanperwerîyê nîşanê me dane sipasiyên xwe didin wan. Ev camêrdîya ku nîşanê me dane, ji bona minasebetên xelqên me ew ê bi sedsalan bibe mînak. Ji temaşevan û hemû hemkarên xwe re jî spasîyên xwe pêşkeş dikin.” (ÎLKHA)