• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Îmîr: Em dibînin ku bawerîya li Qudsê di nav civakên Misilmanan de tê zeîfkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ciwan, piştî nimêja terawîhê ya ku li Mizgefta Hîcretê hat kirin li Parqa Baglaraltiyê hatin cem hev û Huseyîn Îmîr jî li vê derê axavtinek kir.

“Em dibînin ku normalbûnîya bi rejima îşxalker re ji de’wa Qudsê re zirareke ciddî dide”

Îmîr di axavtina xwe de bal li ser zêdebûna îşxala rejima îşxalker a sîyonîst ku li ser Quds û Mescîdî Eqsayê ye kişand û li axavtina xwe weha zêde kir, “Ji ber vê yekê bernameyên ku em ji bona Qudsê tertîp dikin li gorî her dem gelek bi qîmet û muhîmtir bûye. Em dibînin ku normalbûnîya welatên cîran û Tirkîye ku bi rejima îşxalker a sîyonîst re dikin ji de’wa Qudsê re zirareke ciddî dide. Em dibînin ku bi tevî vê normalbûnîyê îşxal û zilma rejima îşxalker zêdetir dibe û di nav civakên Misilmanan de bawerîya ku li Qudsê heye bi bawerîya nîjadî an jî mezhebî tê zeîfkirin.”

HUSEYÎN ÎMÎR

“Quds, ew ê her dem di rojeva me de be”

Îmîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi navê HUDA PARê ji Şaxên Ciwanîyên xwe û ciwanên xwe re ji bona ku hîn bibin de’wa Qudsê ne de’wa nîjadî an jî mezhebîyê ye, ew de’wa de’wa ummetê ye gelek xebatan kir. Quds, ew ê her dem di rojeva me de be. Heta ku Quds azad bibe em bi tevî ciwanên xwe ji bona civak di vê meseleyê zanedar bibin, ji bona ku hevratî zêde bibe ew ê xebatên me roj bi roj zêde bibe.”

Bername bi pirs-bersiv berdewam kir û bi dayîna îkramê dawî bû. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir