• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Dîyarbekir ji bona Qudsê daket qadan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya ku li Qada Şêx Seîd ji bona ku alîkarî ji Qudsê re bê dayîn hat tertîpkirin de Şerîf Kaçan bi navê Evîndarên Pêxember axivî, di axavtina xwe de Dîyarbekirîyan jî ji bona ku piştî nimêja Înê beşdarê daxuyanîya çapemenîyê bibin wan da’wet kir.

Dîyarbekirîyên ku di nimja ‘eşayê de li qada Şêx Seîdê kom bûn ji bona alema Îslamê û ji bona Qudsê duayan kirin.

Şerîf Kaçanê ku di bernameyê de bi navê Evîndarên Pêxember axivî di axavtina xwe de weha got, “Wek ku hûn jî zanin ku Quds, piştî Mescîd-î Haram pîrozahîya me yê herî muhîm e. Quds; bi sedsalan di binê hakimîyeta Misilmanan de di nav hizûr û aştîyê de jîyana xwe derbas kirîye, bû sed salê dawîn de jî ji êrîşên barbarîyê ya sîyonîstan re rû bi rû ye. Wan sîyonîstan, bi taybetî di meha Remezanê de êrîş li Misilmanên ku di nav îtîkafê de ne dike, ew nabêjin pîrek an jî zarokin hemû Misilmanan qetil dikin.”

“Rayedaran, bila xwedîyê cisareta ku di nav qelbê wan zarokên ku li Mescîdî Eqsayê li hember sîyonîstan berxwedanê dikin bibin”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Filistînîyan digel hemû qetlîaman ji zilmê re serê xwe natewînin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Pîrek, zarok û pîrên li wê derê digel hemû pirsgirêkan li Qudsê bi tevî kevirên destê xwe li hember sîyonîstan disekinin. Ummet jî li hember sekinandina wan yê ji sîyonîstan re  tê li ser xwe û wezîfeya xwe yê ‘eslî fêhm dike. Berxwedanên ku berdewam dikin wezîfeyek dide me. Ev wezîfe ev e ku Misilmanan bila her cîh wek Mescîdî Eqsa zanibin û zarokên xwe jî bi merşên Qudsê mezin bikin.”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Misilmanan digel hemû alîkarîya dinyayê ya ku di pişta rejima sîyonîstan de ne jî dev ji hêvîyên xwe bernedin, “Wek bi ferd çawa ku wezîfeyên Misilmanek heye ew wezîfe li ser rayedaran jî dikeve. Wezefeyan rayadaran jî ev e ku bila xwedîyê cisareta ku di nav qelbê wan zarokên ku li Mescîdî Eqsayê li hember sîyonîstan berxwedanê dikin bibin. Bila wan rayedaran gohên xwe bidin bangên Misilmanan, bila li hember sîyonîstan tedbîran bigirin, bila hemû minasebetên xwe qut bikin û bila netirsin.”

Bername, piştî axavtinê bi xwendina duayê dawî bû.

Hat destnîşankirin ku ew ê ji teref Evîndarên Pêxember ve piştî nimêja Înê li Mizgefta Mezin daxuyanîya çapemenîya bê dayîn. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir