• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker êrîşên xwe yên li Filistînîyan berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Polêsa rejima îşxalker a sîyonîst ê ku li herêma Bajara Kevna li Qudsê 2 jê zarok tev de 5 Filistînîyan esîr girt, li bajaroka Îsevîyeyê jî êrîş li hinek malan kir û ciwanekî Filistînî desteser kir.

Hat destnîşankirin ku Filistînîyek li gundê Keysana Şerîaya Rojava yê ku di bin îşxalê de ye, di encama êrîşên Cihûyîyên îşxalker de giran birîndar bû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Filistînîyek jî li El-Xelîlê ji teref xespkêrên cihûyî ve hat derbkirin.

Cîhûyîyên îşxalker jî, li Nablusê di bin parastina leşkerên rejima îşxalker de êrîş li malên Filistînîyan kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir