Li Tunusê tekne binav bû: 17 mirî
Hat ragihandin li bajara Sfaksa Tunusê 4 tekne binavbûn ku di encama bûyerê de 17 kes canê xwe ji dest dan û 97 kes jî hatin xelaskirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên ku canê xwe ji dest dan hewl didan derbasî Ewrûpayê bibin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Tunus ve hat ragihandin ji serê sala 2022yan vir ve heta niha 3 hezar û 162 koçber hatine binçavkirin.(ÎLKHA)